Untitled - Nivîskar
Transkript
Untitled - Nivîskar
25 1 PÊŞEK Ji bo nebûna perwerdehiya bi zimanê kurdî termînolojiya perwerdehiyê jî nîn e. Ev jî dibe zor û zehmetiya destpêka perwerdehiyê bi Kurdî. Ji bo ku perwerde bi Kurdî hebe divê meteryal û pirtûkên perwerdehiyê jî hebin. Ji bo hemû ast û waneyan divê pirtûkên cuda hebin. Tiştekî gelek girîng; divê zaravên ku di van pirtûkan de têne bikaranîn jî heman bin. Meteryalên perwerdehiyê pir hesasin, ne weka roman an jî helbestekî ne. Ji bo derûnîya zarokan û ji bo perwerdehiyeke zanistî divê zaravên pirtûkan standart bin. Ji bo van sedemên bi lezgînî dîvê xebateke neteweyî li ser zaravên perwerdehiyê dest pê bikira. Bi hevkariya TZP-Kurdî û TMMOB(Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê) li ser zaravên teknîkî û zanistî xebatek dest pê kir. Ev pêşxebat ji tîrmeh’a 2011 yan va heta gulanê dom kir. Di van xebatên pêşî da ji saziyên endezyaran 14 endezyar û avahîsaz bi awayekî aktîf xebitîne. Ji saziyên endezyar û avahîsazan ê Amedê Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Maşînê, Odeya Endezyarên Avahiyê, Odeya Endezyarên Erdzaniyê(Jeolojî), Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê, Odeya Endezyarên Madenê(Lajwerd), Odeya Endezyarên Plansazên Bajêr û Odeya Avahîsazan xebat meşandine. Her sazî komîsyonek ava kiriye û peyvên ku di pîşeya wan de têne bikaranîn dane hev. Aktîvîstên vê xebatê 2 meh li ser hev heftê 3 roj ji saet 10:00an heta 15:00an civiyane û li ser peyvên komkirî xebitîne. Di komxebatê de ji hemû herêmên welat û ji hemû zaravayên Kurdî mêvan-beşdarvan hatine vexwandin da ku ev komxebat bibe neteweyî. Ji rojhilat, başûr, bakûr, başûrê biçûk, xorasana îranê, Tirkiye û Ewropa… Ji bo ku ji hemû herêmên Kurdistanê û ji hemû zaravayên Kurdî kes tevlî bibin wek berpirsiyarên komxebatên me hewl da. Ji bo komxebatê me zimanzan, endezyar, avahîsaz û mamosteyan vexwend. Zimanzan ji bo ku ev xebat xebata ziman e, endezyar ji bo ku ev xebat xebata teknîkî ye, mamoste jî ji bo ku ev xebat ji bo bingeha perwerdehiyê ye. Ji bo ku ev komxebat bi awayekî zanistî bimeşe kesên ku zimanên din jî zanin tevlî bun, mîna Îngilîzî, Firansî, Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî… Piştî vê komxebata yekemîn, di 15yê Gulanê de ev xebat hate pîroz kirin. Pişt re jî ev xebata yekemîn ku di destê we daye bi navê Fasîkula 1. di vê pirtûkê da çap bû. Ev pirtûk wê bibe berhema yekemîn a xebata zanistî ku ji hemû zaravayên Kurdî û hemû herêmên welat tevlêbûn çêbûye. Piştî komxebat tev dawî bibin ev xebat wê bibe Ferhenga Zarav(term)ên Teknîkî ya Kurdistanî. Em hêvîdarin kû ev xebat di demeka kin da bi awayekî serkeftî temam bibe. Em sipasiyên xwe yê germ ji bo ked û alîkarîya hemî kes û saziyên ku di van xebatanda cîh girtine ra dikin. TZP KURDÎ TMMOB (İKK’YA AMEDÊ) 2 DELEGEYÊN KOMXEBATÊ 1. Abdulameer Jamel Numan: Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Sekreterê Sendîkaya Endezyarên Kurd şaxa Duhokê ye. 2. Abdulsamet Ucaman: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Çandiniyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Bi Erebî, Kurmancî û Dimilî zane. 3. Amed Çeko Jiyan: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar û Teknîker e. Xebatên wî yên Kompîtergerî bi Kurdî hene. 4. Can Êzîdxelo: Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Xebatên ziman dimeşîne. Bi Îngilîzî û gelek zaravayên Kurdî zane. 5. Denîz Gunduz: Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî dimeşîne. 6. Dilêr Hesen: Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e. 7. Dr. EbuBekir Umer Qadir: Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye. 8. Dr. Hoger Mahmoud Faraj: Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye. 9. Dr. Mihemmed Ehmed Seyîd: Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye. 10. Dr. Osman Ebdûl Berzencî: Ji bajarê Silêmaniyê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Beşa Kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê ye. 11. Ebdulsettar Asim: Ji bajarê Hewlêrê tevlî komxebatê bû. Teknîkerê Elektronîkê ye. 12. Edalet Milan: Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Kîmyayê ye. 13. Enîse Guneylî: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Elektrîk-Elektronîkê ye. Mamosteya Kurmancî ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 3 14. Fakhri Mustafa Sediq: Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye Serokê Sendîkaya Endezyarên Kurd şaxa Duhokê ye. 15. Fatma Sümer: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyara Madenê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 16. Harun Yalçınkaya: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 17. Hasip Yalçin: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Nivîskar, Jimêryar(Muhasebekar) û mamosteyê Kurmancî ye. 18. Herdem Doğrul: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Xwendekarê beşa Avahîsaziyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 19. Hesen Guneylî: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîk-Elektronîkê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Pirtûka Matematîkê nivîsiyê. Mamosteyê Kurmancî ye. Edîtoriya malpera endezyariyê bi Kurdî (endezyar.org) dike. 20. Kadir Yılmaz: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 21. Kadri Dolu: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Nexşe û Kadastroyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 22. M. Emin Tümür: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye. 23. Mahmut Nêşite: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Ji koma Vate ye û bi salan e xebatên Dimilî dimeşîne. 24. Mohammed Milan: Ji bajarê Qezwîn a Îranê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. 25. Nedim Tüzün: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Elektrîkê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 4 26. Nîhat Noyan: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Avahiyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 27. Ramazan Hemze: Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Erdnasiyê ye. 28. Samî Tan: Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye. Nivîskar e û pirtûka wî ya Rêzimana Kurmancî heye. Mamosteyê Kurmancî ye jî. 29. Sebrî Hesen Sebrî: Ji bajarê Duhokê tevlî komxebatê bû. Mamosteyê Fizîkê ye. 30. Serwet Deniz: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Edîtor û Mamosteyê Kurmancî ye. 31. Suat Yavuz: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Endezyarê Makîneyê ye. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. Mamosteyê Kurmancî ye. 32. Şerefxan Aydın: Ji bajarê Amedê tevlî komxebatê bû. Avahîsaz e. Ji lijneya TMMOB ya bi navê “Lijneya xebatên teknîkî yên bi Kurdî” ye. 33. Zagros Haco: Ji Ewropa tevlî komxebatê bû. Endezyarê Telekomunîkasyonê ye. 34. Zana Farqînî: Ji bajarê Stembolê tevlî komxebatê bû. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye. Nivîskarê ferhengeke mezin ya Kurdî-Tirkî ye. 5 SIPASÎ Em li ser navê komîsyona TMMOBê ku 9 meh e ji bo zaravên teknîkî xebat dimeşîne ji bo piştgiriya wan sipasiyên xwe ji ; Serokê Odeya Avahîsazan birêz Necati Pirinççioğlu Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê birêz Şîhat Şengal Serokê Odeya Endezyarên Elektrîkê birêz İdris Ekmen Serokê Odeya Endezyarên Avahiyê birêz Turan Kapan Serokê Odeya Endezyarên Madenê birêz Mustafa Doğu Serokê Odeya Endezyarên Makîneyê birêz Mesut Çelik Serokê Odeya Endezyarên Erdnasiyê birêz Harun Yalçınkaya Serokê Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê birêz Hüseyin Kırşan re pêşkeş dikin. LI SER NAVÊ LIJNEYA XEBATÊN TEKNÎKÎ YÊN KURDÎ YA TMMOBê 6 Peyvên ZELAL ên Yekemîn Komxebata Zaravên Teknîkî Kurdî Tirkî Îngilîzî Acûr :: Xişt Tuğla Brick Adan :: Kêrhatî :: Çust :: Kargîn Verim efficient Adapte :: Guncandin Adepte :: uyarlama Adopt :: adapt Adjoînt :: hevpar :: Pêkbend Eklenik :: ortak parçalı Adjoint Agirgir Yanıcı flammable Agirnak :: Sojer Yakıcı burning :: Caustic Ajel :: Ajal Hayvan Animal Akû :: Komker Akü :: akümülatör Accumulator Alav :: Amraz Alet tool Alî :: Araste Yön Direction Alterasyon :: Guherîn Alterasyon :: Bozulma Alteration Amadekirin Hazırlama Preparation Amêje :: Darişte Alaşım Alloy Amper-pêç Amper sarım (akım mıknatıslık birimi) Ampere- turn Analîtîkî :: Şîkarî Çözümsel :: analitik Analytical Anod Artı uç Anode Anod Anot Anode Araste :: berek Doğrultu Direction Arik :: Asreq :: Sepîtk :: Serke :: Mîç :: Qatî Tavan Ceiling Arîze :: Girift Arıza Defect Aspîrator :: Bakêş :: Hewakêş Aspiratör aspirator Asteng :: Berbest Engel barrier Astenga Coulomb :: BerbesteCoulomb Coulomb engeli Coulomb barrier 7 8 Kurdî Tirkî Îngilîzî Asûna dawî :: Cîgeha dawî :: Duwacih Nihai pozisyon End position Asûna nêtar :: Asûna bêlayen Nötr konum Neutral position Aşê keviran :: Berhêr Çakıl değirmeni Pebble mill Atomên wergir :: Gerdîleya wergir Alıcı atomlar Acceptor atoms Ava jêrerd :: Ava jêrzemîn Yeraltı suyu Groundwater Ava jêrzemîn :: Ava binerd Serbest yer altı suyu Free phreatic water Ava kaniyê :: Kanîav Kaynak suyu Spring water Avahî Yapı Building Avahîkar İnşaatçı builder Avahîkarî İnşaatçılık Building Avakirin İnşa etmek Build Avêtina kevaneyî :: Avêtina xwar :: Avêtina lar Eğik atış Oblique shot Avkêşî :: Avtêbihurî :: Dellandin Su geçirgenliği Water permeability Avnasî Su bilim Hydrology Avnekêş :: Avgîr :: Avnemij :: Avragir :: Avtênebihur Su geçirmez watertight Axa gelêşî :: Axa rizî Humuslu toprak Humic soil Axa sor :: Gila sor Kırmızı kil Laterite Axban Toprak dam Soil roof Axur Ahır stable Baca Maldariyê :: Baca xanûberan Emlak vergisi Land tax :: property tax Bacdarkirin Vergilendirme Taxation Bakterî Bakteri Bacteria Balafirgeh :: Firokexane Havalimanı :: Hava alanı Airport Kurdî Tirkî Îngilîzî Balisk :: akasya zer Sarısalkım :: sarı akasya ağacı Laburnum vulgare griseb Ban Dam Roof Ban Çatı Rack Band Şerit :: bant Band Banda îzolasyonê :: Têp :: Banda şiyareker Yalıtıcı bant Insulation tape Bar Yük Load Barê erdhêjê :: Barê bûmelerzê Deprem yükü Earthquake load Bariste Kütle Mass Barkirin Yükleme :: doldurma Charging :: load Barkirin Şarj etmek Charging :: load Barometre :: Barometir :: Pestanpîv Basınçölçer :: barometre Barometer Baskê bergir Direnç kolu Resistance arm Baskê hêzê Kuvvet kolu Force arm(pivot) Baştirîn Optimum Optimum Bauhaus Bauhaus Bauhaus Bax :: Baxçe :: Rez Meyve bahçesi Orchard Baxçe Bahçe Garden Bazine Daire Circle Bazineyî Dairesel :: çembersel Circular Bêber Verimsiz Unproductive Bêgazkirin Gazsızlaştırma Degasifying Bêgazkirin Gazsızlaştırmak Degas degaiseren Bendava axî :: axebendaw Toprak baraj Earth dam Bendava betonî :: konkirîtebendav Beton baraj Concrete dam Bendava bi axê dagirtî Dolgu baraj Earth Fill dam 9 Kurdî Tirkî Îngilîzî Bendava bi keviran dagirtî :: Bendava Berdrêj Kaya dolgu baraj Rock fill dam Bendava bipayenda :: bendava bipalpişt Payandalı baraj Buttress dam Bender :: bendergeh :: Lengergeh Liman Harbour :: harbor Bengele Makas Truss Benzînxane :: gazxane Benzin istasyonu gas station Ber :: panî En Width Berahiya pêlê :: Firehiya pêlê :: Dalga genliği Amplitude of wave Berbank Teras terrace Berdbir Taşçı stonecutter Bergegirî Sürekli mukavamet Durability Bergirên hevrêk :: Bergirên hawrêk :: Bergirên terîbî Paralel dirençler Resistors in parallel :: Parallel resistors Bergirî Mukavamet Resistance Bergiriya erdhêjê :: Bergiriya bûmelerzê Deprem dayanımı Earthquake resistance Berhema paşîn :: diwaberhem Nihai ürün Finished product Berhilanîn :: Berubûm Ürün Harvest Berkaş :: Rempa :: Riyêlêj Rampa ramp Bermal Taban :: kat Floor Bermayî :: jêmayî Artık Residual :: gob Berxwedêrî Dayanım Strength :: resistance Beş :: Encam Bölüm Quotient Beş :: Pişk Bölme Partition Bêtixûb :: Bêsînor Sınırsız Unlimited Beton Beton Concrete 10 Kurdî Tirkî Îngilîzî Betona amade Hazır beton Ready-mixed concrete Betona şîşbendkirî :: Betonarme Betonarme reinforced concrete Biçûktirîn çendcareya hevbeş(BÇH) En küçük ortak kat(EKOK) Least common multiple(lcm) Bidestkirî :: Destkird :: Çêkirî Yapay Artificial Bijarte Bookmark Binesazî :: Jêrsazî Alt yapı Substructure Binrûbar :: Binzê :: Jêrrûbar :: Jêrzê Nehir yatağı River bed Binwaşe(avahî) :: Binistir(xaniyên axî) :: Binaxe :: Hîm :: Bingeh:: Bin Temel(inşaat) Foundation Binzemîn :: Binax Yeraltı Underground Bîra arasteyî Yönlü kuyu Directional well Bîra deranînê :: Bîra hilkêşanê Nakliyat kuyusu Haulage Birc :: Tawir Kule Tower Birqonek :: Birîqedar :: Teyîsî :: Wirşe Parlak Bright Birrîn Kesme cutting Boxesang :: Gîre Cendere Clamp Bûlwar Bulvar Avenue Bûtik :: Bişkoj :: Çiro Tomurcuk Fruit-bud Caran Çarpı Times Cax Merdiven korkuluğu Balustrade Cehtirî :: Catre :: Anûx Kekik thyme Cemser Ucay :: Kutup Pole Cemsergirî Düzlemsel ucaylanım :: Kutuplanma Polarization Cemserî Ucaylı :: ucaysal Polar 11 Kurdî Tirkî Îngilîzî Cerbader :: Dernefîs Tornavida screwdriver Cihguherîna Arîtmetîk Aritmetik kaydırma Aritmetic shift Cilşok :: Cilşor Çamaşır makinesi washing machine Cîr :: Nerm Esnek Flexible Cîrî :: Nermî Esneklik Flexibility Cuda :: cihê :: ciyawaz Farklı Different Cure :: Cor Cins Kind Curehiya biyolojîkî :: Curehiya Jîndehî :: Corewcorî zîndeyî Biyolojik çeşitlilik Biodiversity Çakkirin Tamirat Repairs Çandin Ekim :: Ekme Planting Çandiniya textayî Düze ekim Flat planting Çandinkar :: Çandinvan Tarımcı :: Ziraatçı Agriculturist Çap Yaz Print Çaper Yazıcı Printer Çargoşe Kare Square Çaryek bazine Çeyrek çember Quadrant Çawanî :: Sîma :: Sexlet :: Senînî Nitelik Feature Çendcare Kat :: Katsayı Multiple Çendcarjimar :: Hevkolke :: Jimara çencar Katsayı Coefficient Çeng :: Zengil :: Zeng Çan bell Çerxa dirandar :: Çerxî dandar Dişli Gear Çîm :: Firîz :: Çîmen Çim Lawn Çirî Özkütle Mass density Dabeşbar Bölünebilir divisible Dabeşkirî :: Dabeşkiraw Bölünen divided Dahurîn :: Şîkarî(math) Çözümleme analysis 12 Kurdî Tirkî Îngilîzî Danan :: Danîn :: Sazkirin Tesis etmek :: Kurmak installation Danhevî :: Xistneser :: Komkirin Toplama Addition Dara Kizwanê :: Dara şengêlê :: Dareben :: Dara benîştê Bıttım ağacı Pistacia eurycarpa yalt Darêj Döküm Casting :: dump Darişteya kanzaya req :: Amêjeya metala req Sert metal alaşımı Hard-metal alloy Dataşraw :: Piraştî Türev Derivative Dehgoşe Ongen Decagon Dehî :: Desrayîn Ondalık Decimal Demara Madenê :: Reha madenê :: Rega madenê Damar Vein :: lode Dep Kalas Wood :: Plank :: Timber Depokirina avê :: Embarkirina avê Su depolama Water storage Derketin Çıkış Sign out Derkirdin :: Lêderkirdin :: Jêderxistin Çıkarma Subtraction Derxistin :: Dernan Çıkarmak Eject Dîelektrîk Dielektrik Dielectric Dij Tersit :: karşıt Anti Dînamîk Dinamik Dynamick Diranok(Diranoka çerxê) :: Danik Çark dişi Gear tooth(Mechanical gear) Dirêjiya Pêlê :: Dirêjî şepol Dalgaboyu Wavelength Dîrok Tarih History Dûkêş :: Kulek Baca Chimney Dula yeksan :: Çêwî kenar İkizkenar Isosceles Dûrahiya avêtinê :: Heter :: Mesafe Fırlatma mesafesi Length of throw 13 Kurdî Tirkî Îngilîzî Eger :: Şîmane :: Dibetî Olasılık Probability Encama lêkdanê Çarpım Product Encame :: Rizde :: Nêrûmê :: Menteşe Menteşe Knuckle Endezyariya Jîngehê Çevre mühendisliği Engineering of Environment Endezyariya Xorakê Gıda mühendisliği Food Engineering Erd :: Zevî :: Qad :: Arazî Arazi Field Erdkêşî :: Kêşkirin :: Kêşan :: Hêza kêşkirinê Yer çekimi Gravity :: force of gravitiy Estetîk :: Ciwankarî Estetik aesthetic Ewrbir :: Hewrbir Gökdelen Skyscrapper Eyar Kalibre Caliber Eyar Ayar adjustment Eyarkirin Ayarlama Calibration Ezmûn :: Pişkinîn :: Taqî(Laboratuwar) :: Ceribandin :: Cerebnayîş Deneme Experiment :: Try: Test Ezmûnî Denek Experimental Fosîl Fosil Fossil Gîrawe Çözelti Solution(Kîm.) Girêdan :: Bestin Bağlantı connection Goşeya ji derve :: Teberhoke Dış açı Exterior angle Goşeya ji navda :: Zerehoke İç açı Internal angle :: Interior angle Goşeya teng :: Goşeya tîj :: Tenghoke Dar açı Acute angle Goşeya vekirî :: Goşeyî kirawe :: Firehoke Geniş açı Obtuse angle Goşeya wekyek :: Yeksanhoke Eş açı Congruent angle Goşeya westaw :: Goşeya rawestiyayî Dik açı Right angle Guherîn :: Guherandin :: Gorrîn Değişme Change(to) 14 Kurdî Tirkî Îngilîzî Guherto :: Dane Versiyon Version Guhêzbarî :: Derbasbarî Geçirgenlik Transmissivity Gulbijêr Tercih Preferences Guvêşok Sıkacak Squeezer Hawadarkirina radyal Radyal havalandırma radial ventilation Hêlê Tîrekî Köşegen Diagonal line Hemta(Math) :: Hevseng(Fizîk) Orantılı Balance Herêmî :: Navçeyî :: Endemîk Yerel :: Bölgesel Endemic Heriya hilkolanê Sondaj çamuru Drilling mud Hesab Hesap Acount Hevseng Denge Equilibrium Hevyek :: Homojen Homojen Homogeneous Hewadarkirin :: Baguherîn :: Ba gorke Havalandırma Ventilation Hewreban Çatı katı attic Hilgirtin Kaydetmek Save Hilimbûn :: Behelimbûn :: Pûxbûyîn Buharlaşma Vaporization Hilkolina Zivirok Rotary sondaj Rotary Driling Hîm :: Bingeh :: Bin :: Binke(math) :: Binçîne(math) Taban :: temel :: Esas Base Hîmî :: Binçîne :: Bingehîn :: Esasî Temel basic Hûrbîniya xêzî :: wirdbînî hêlî Doğrulu :: doğrusal linear accuracy Jêbarkirin İndir Download Jêderên Avê Su kaynakları Water resources Jêkirin Kes Cut Jibergirtin Kapyala Copy Jihevkirin :: Helweşandinewe Sökme Demounting :: dismantling :: disassembly 15 Kurdî Tirkî Îngilîzî Jimara binçîneyî Taban sayı Base number Jimareya Xwebeş Asal sayı prime number Jimêre :: hesab Hesap Calculation Jimêreya rezervê Rezerv hesabı Reserve calculation Jîngeh Çevre Environment Kamkêşî :: Hîdroskopîk Nemçeker :: Su tutan Hygroscopic Kana Rejûyê :: Kana Xelûzê :: Kana Komirê Kümür ocağı Coal Mine Kanav :: Ava madenî :: Ava kanzayî Maden suyu Mine water Kanzaya komirê Kömür madeni Coal mineral Kar :: Tek Etki(fizik) Action Kar û kardanewe :: Tek û bertek Etki tepki Action and Reaction Kardanewe :: Bertek Tepki(fizik) Reaction Karesat :: Bêtar Afet Disaster Karesata sirûştî :: Xişima sirûştî :: Bobelata sirûştî Doğal afet Natural disaster Kargeha şîremeniyê Mandıra dairy Karîgeriya iyona hevbeş Ortak iyon etkisi Common ion effect Katod Katod Cathode Kêm :: Kem :: Kêmek Eksi Minus(math) Kerese Malzeme Material Kerî(Pez) :: Celeb :: Garan(Dewar) :: Col(Pez) :: Revok(Hesp) :: Ref(-yên difirin) :: Gele(Pez) Sürü(Hayvan Sürüsü) Flocks Keşa kanê Ocak iklimi Mine Climate Kevaneka Lûlpêçî Kıvrımlı helezoni spirally curve Kilîma :: Baxoşk Klima Air Conditioner Kirariya dabeşê Bölme işlemi Division operation Kişan Genleşme Expanding 16 Kurdî Tirkî Îngilîzî Ko :: Zêdek Artı Plus(math) Kombûn :: Kelekebûn Birikme Cumulation Komxanî Toplu konut Mass housing Ladan Egim Declination Lakêşe Dörtgen Quadrangle Larî Eğim Slope Laterîb Yamuk Trapezoid Lêbarkirin Yüklemek Upload Lêkdan Çarpma Multiplication Lêkdanî Çarpmak Multiply Lêkeft :: Lêkewt Teğet Tangent :: Tangential Lêşaw Flaks Flux Likandin :: Coşdan :: Keldan Kaynak Weld Likandiner :: Coşkar :: Keldankar Kaynakçı welder Litav :: Hezek :: Cimcime :: Zongav Bataklık Swamp Lûle :: Borî Boru Pipe Lûlek Silindir Cylinder Lûleya pestan-berz :: Lûleya pestan-bilind Yüksek basınc borusu High-pressure pipe Madeyê tiwawe Çözünen Madde Solute Madeyê tiwêner Çözücü Madde Solvent Mal Anasayfa Home Malper internte sitesi Web page Meme Meme nozzle Meyildar :: Lagir Eğilimli Biased Movik :: Cumge Mafsal joint Mûc :: Qelem Keski Coulter 17 Kurdî Tirkî Îngilîzî Nehevyek :: Heterojen Heterojen Heterogeneous Nelihevkirî :: Hevnegir Uyumsuz Discordant Nêrer :: Pêlweşên :: Dezgayê nardinê Verici Transmitter Nîgar :: Nexş Desen Pattern Nîşaneya Erdhejê(Bûmelerzeyê) Deprem habercisi Earthquake precursor Niştî Çökel Sediment Niştînasî Sedimantoloji Sedimentology Nûketin Sign up Pale :: Êlxat :: Werzvan :: Sepan :: Karker :: Karkerên çandiniyê Irgat Laborer Parabol :: Birgey hewta Parabol Parabola Parastina lêjî Şev korunması Slope protection Paş Geri Back Paşdahiştî :: Derenghiştî :: Vehiştî Geciktirilmiş göçertme yöntemi Retarded Paşerokên radyoaktîf :: Avêtiyên radyoaktîf Nükleer atık Radioactivewaste Paşlerze Artçı sarsıntı Aftershock Pêkhata şeşpalûya girtî Sıkıdolmuş altıgensel yapı Close packed hexagonal structure Pêkhateya kevirî :: Pêkhateya berdî Kayaç yapısı Rock structure Perde Ekran Screen Pestîn :: Pestîner Pres :: Baskı Press Pêş İleri Forward Petkirin :: Puxtekirin :: Paqijkirina xamî :: Zengînkirina cewher Atık (cevher zenginleştirme) Refuse (ore dressing) Pêvekirin :: Pêwenan Yapıştır Paste Piledar :: Pilepile Basamaklı :: aşamalı Gradual Pirjandin :: Pijiqandin Çizgi kaynaklı yağmurlama Line sprinkler irrigation 18 Kurdî Tirkî Îngilîzî Pîsav :: Arav Atık su Waste water Pişkinîna bîrê Kuyu testi Well test Pişkinîna xwecih Yerinde deney In-situ test Piştre Sonraki Next Pompe Pompa Pump Pompeya xîzê Çakıl pompası Sand pump Qada elektrîkî(Karebayî) :: Biyavî karebayî(elektrîkî) :: Biwara karebayî Elektrik alanı Electric field Qada Mugnatîzî :: Biyavî Mugnatîzî :: Biwarî Mugnatîzî Magnetik alanı Magnetic field Qebare Hacim Volume Qeliştek :: Xane :: Kel :: Kert Yiv Groove Ramalîna baranê Yağmur erozyonu Pluvial erosion Ramalîna kersaxê :: Daxurana kersaxê Kıyı erozyonu Beach erosion Rêbaza teqandinê Patlatma yöntemi Blasting method Rêbaza veguhastinê Nakliye yöntemi Transportion method Rehend Boyut Dimension Rêjeya herikînê :: Dêbî Debi Flow rate Rêjeya pêçewaneyî :: Rêjavajî Ters orantı inverse ratio Rejû :: Xelûz :: Komira kevirîn Kömür Coal Reqî :: Reqatî Sertlik Hardness :: toughness Rezerva jêrerd Yer altı deposu Underground reservoir Rûder :: Rûkar :: Rûdês :: Peşî Cephe Facade Rûpel Sayfa Page Rûxara Xilîsok :: Rûxara şemetok Kaygan yüzey Gliding surface Serad :: Bêjing Çamur eleği Mudscreen :: shale shaker 19 Kurdî Tirkî Îngilîzî Serban Çatı roof Serçaviyên Avê :: Serçimeyê Awe Su kaynakları Water sources Serdan Ziyaret Visit Serdankirî Ziyaret edilmiş Visited Sewax :: Seyandin Sıva Stucco :: stucco work Sifir Bakır Copper Sîlîsdar Silisli Siliceous Sing Ankraj Anchor Stûne (- ser) Dikme Perpendicular(to) Stûnî Dik :: dikey Perpendicular Stûnî :: Tîkane :: tîkî Dikey :: düşey Vertical Şaft Şaft shaft Şembelîlk :: Zengilîlk :: Çilûrey berdîn Sarkıt Stalactite Şikêner Kırıcı Breaker Şîşbend :: Taq Mazgal Loophole Şiyana qelewkirinê Besi kabiliyeti Fattening capability Têketin Giriş Sign in Têketin Giriş Login Teqemenî :: Teqok Patlayıcı Explosive Teşenasî :: Şêwenasî :: Morfolojî Biçim bilimi Morphology Tewle Manej Manege :: Manége Tîre :: Eşkêl Çap Diameter Vantîlator :: Bajen :: Bagork Vantilatör ventilator Veguhastin Transport Transport Veguhastina Asoyî Yatay nakliyat Horizontal haulage 20 Kurdî Tirkî Îngilîzî Veguhastina rêhesinî Raylı nakliyat Track haulage Venûkirin Güncelleme Update Vetezekirin Yenilemek Refresh Waşer :: Orîng :: Derzbend :: Dirzbend :: Sîl Conta :: Tüm açıkları kapatmak için Seal Wergir :: Pêlgîr Alıcı Receiver Wijewij :: Dengedeng :: Noyîz :: Berden Gürültü Noise Wize :: Enerjî Enerji Energy Xalî Hevsengî :: Xala Hevsengiyê Denge konumu :: Denge pozisyonu Equilibrium position Xîç :: çew :: xurde Çakıl Gravel Xîç :: xurde :: zîveber :: xirkeberd Çakıl taşı Coarse gravel Xorak :: Xurek Gıda Food Xul :: Çerx :: Zivirîn Çevrim :: döngü Cycle Xuyanek :: Monîtor Gözlemek Monitor Yekav :: Serav Can suyu Lifeline Yekeya Arîtmetîk :: Yekeya jimêreyî Aritmetik birim Aritmetic unit Yekeyî Birimsel Unitary zimane :: Klape clack Zincîr Zincir Chain Zûres Erkenci Early riser Van peyvan di Yekemîn Komxebata Zaravên Teknîkî(11-15 Gulan 2012) de hatine zelalkirin. 21 ENCAMNAME Ziman tenê ne alaveke ragihandina nav mirovan e. Ziman di heman demê de ji bo pêşketina hişmendiya mirovan, ji bo manewiyata mirovan, ji bo hilberîna civakan, ji bo fikir û ramanan, ji bo nirxandin û şîroveyan û di tehlîl û çesipandinan de xwedî roleke sereke ye. Di her warî de pêşketina civakan bi pêşketina zimên ve girêdayî ye. Piştî şerê cihanê yê yekemîn bi parçebûna welatê kurdan desthilatdarên çarparçeyan bi zext, zor û polîtikayên pişaftinê pêşî li pêşketina zimanê kurdî girtine. Ji ber ku zext û zordariyên desthilatdaran destûr nedaye zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, termînolojiya zaravên teknîkî ya bi zimanê kurdî di bin bandora zimanê serdestan de maye. Ji bo sererastkirin û standartkirina zaravên teknîkî; Bi biryara Koordinasyona TMMOB (Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê) a Amedê û bi hevkariya TZPKurdî, li ser zaravên teknîkî û zanistî xebatek hat destpêkirin. Di van xebatên pêşîn de ji saziyên endezyaran 13 endezyar û avahîsaz, bi awayekî çalak xebitîn. Ji saziyên endezyar û avahîsazan ên Amedê; Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Makîneyê, Odeya Endezyarên Avahiyê, Odeya Endezyarên Erdnasiyê, (Jeolojî) Odeya Endezyarên Çandiniyê, Odeya Endezyarên Nexşe û Kadastroyê, Odeya Endezyarên Madenê (Lajwerd) û Odeya Avahîsazan bi hev re xebat meşandin. Di pêvajoya vê xebatê de rêveber, rayedar an jî kesên têkildarî van beş û pîşeyan, bi piştgiriya komele, enstîtu, zimannas û ferhengsazan, her kesek ji aliyê xwe ve xebatek û lêkolîneke serbixwe da destpêkirin. Her hefte yan jî ji du hefteyan carekê, di derbarê encamên lêgerîn û lêkolînan de civîn pêk hatin. Di van civînên bi zaravayên kurdî û pirrengî, li ser peyvên ku hatine berhevkirin, her kesî/ê şîrove û nêrînên xwe bi lêv kirin û ji bo her peyvê bi kitekit serê xwe êşandin. Di encama van civînan de danehev û afirandinên xebatkaran, ji aliyê lijneyê ve hatin tomarkirin û dabeşkirin. Ji destpêka xebatê heta dawiya komxebatê, bi riya çapemeniya azad, gelê kurd û kesên têkildarî mijarê, di derbarê pêvajoya xebatê de hatin agahdarkirin û bangewaziya tevlîbûna xebatê hat kirin. Piştî van kombûn û civînên berhemdar, ji hin kesên dilxwaz ên endamên TMMOB’ê, lijneyek hat avakirin. Ev lijneya ku ji kesên dilxwaz pêkhatî bû, bi danehev û tomarkirinên xwe yên ku ji 10 hezar peyvan pêk dihatin çûn Başûrê Kurdistanê. Li wir bi hevpîşeyên xwe û bi hîndekarên beşên endezyariyê yên zanîngehan û bi pisporên zimanê kurdî ên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de danehevên xwe bi hev û din re parve kirin. Piştî van danûstendinan, endamên xebatê û kesên têkildar, ji bo ku komxebateke berfireh bê lidarxistin, ji welêt û derveyî welêt gelek kes vexwendin Amedê. Bi tevlîbûna 36 pisporên ku Ji Rojhilat, Başûr, Bakûr, Rojava, Tirkiye û Ewropayê hatibûn, bi hemû zaravayên kurdî, di navbera 11-15’ê Gulana sala 2012’an de piştî 22 danûsitendinên di derbarê zaravên teknîkî de komxebateke ku ji 5 rojan pêk dihat ji hêla TMMOB û TZPKurdî ve hat li darxistin. 10 hezar peyvên ku hatibûn tomarkirin bi endamên ku tevlî komxebatê bûn re hatin parvekirin. Ji van peyvan, peyvên hin beşên girîng ku pêdivî pê hebû piştî niqaş û şîroveyan bi awayekî zelal hatin pejirandin. Ev xebata ku di dîroka zimanê kurdî de xwediyê cihekî girîng e, di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi dawî bû. Em dixwazin encama vê xebatê bi raya giştî re parve bikin. Komxebata me di dawiya xebata xwe de gihîşt van encaman; 1- Em di serî de dikarin bibêjin; vê komxebatê nîşan da ku xebatên zimên kedeke mezin û demeke domdar dixwazin. 2- Bi demê re di zimanan de hinek guherin bi pêş dikevin, mirov dikare bibêje ku pênc sedemên sereke yên van guherînan hene; - Bi derketina zaravên teknikî yên nû - Bi bandora zimanên serdest û yên têkildar - Bi pêşketina fikir û ramanên nû, - Bi pêşketina weşanên teknîkî, - Bi pêşketina zanistiyên bi ziman ve têkildar. Ev guherîn di demeke dirêj de ku mirov qet hîs nake, pêk tên. Ji ber ku bi zimanê kurdî perwerdehî qedexe bû û bê parastin bû, ev pênc xal bi awayekî neyînî û bi xurtî di zimanê kurdî de bi pêş ketine. Heke em bi xebatên wiha nikaribin neyîniyan ji holê rakin jî divê em pêşî li pêşketina van neyîniyan bigirin. 3- Hewce ye ku em jî pêşî li guherînên neyînî yên li ser zimanê xwe bigirin û zimanê xwe li gorî hişmendî û paradîgmya civaka xwe ya nû, bi peyvên nû dagirin û di her warî de termînolojiya xwe ava bikin, vê termînolojiya xwe di her qada jiyanê de bi kar bînin. 4- Em ji bîr nekin ku her civak tenê dikare bi zimanê xwe çand, dîrok, nasname û tevahiya dewlemendiya xwe biparêze. 5- Ziman bingeha sazîbûna civakê ye. Ji ber ku di civakê de her mirov di serî de vê saziyê nas dike û tevahiya saziyan bi ser vê sazîbûnê re ava dibe û bi pêş dikeve. 6- Lewre em dikarin bi hêsanî bibêjin ku teşedayîna ziman, teşedayîna civakê ye. Bihêzbûna ziman, bihêzbûna civakê ye. 7- Em hêvî û daxwaz dikin ku di her çar parçeyên Kurdistanê de astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî rabin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 8- Em ji gel rayedarên her çar parçeyan daxwaz dikin ku di karên xwe yên teknîkî de zaravên kurdî bi kar bînin û pêşî li qirêjbûna zimanê xwe yê qedîm û birûmet bigirin. 9- Bi saya vê komxebatê me gelek cerebe bi dest xistin. Hat fêmkirin ku ev xebat xebateke domdirêj e. Ji ber vê jî berdewamiya wê ji aliyê delegeyan ve hatiye erêkirin. Em wekî komîteya amadekar, li ser navê TMMOB û TZPKurdî û li ser navê delegeyên 23 komxebatê spasiyên xwe pêşkêşî serokên odeyên endezyar û avahîsazan dikin ku biryara vî karê pîroz dan. Dîsa em spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Endezyarên Kurdistana Federal dikin ku bi piştgirî û alîkariya xwe hêz dan me û rê li ber me vekirin. Ji bo ku zanîngeha Silêmaniyê tevî çar mamosteyên xwe yê hêja tevlî komxebata me bû em ji dil û can spasiyên xwe ji wan re pêşkeş dikin. *Em hêvî dikin ku ev komxebat ji bo dahatuya zimanê kurdî û civaka kurdî bibe pêngaveke xurt. DELEGEYÊN KOMXEBATÊ 24 26